Cotmeh 02, 2022 15:57 Asia/Tehran
  • Wezîrê Îtileata Îranê: Komên terorîstî dê di demek nêzîk de encamên kiryarên xwe yên rûreş bibînin

Wezîrê Îtileata (Îstixbarata) Îranê bi boneya şehîdbûna Fermandeyê Îstixbarata sipahê "Selman" yê pasdarên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, hevxemiya xwe nîşan da û tekez kir, ku grûpên terorîstî dê di demeke nêzîk de encamên kiryarên xwe yên rûreşî û ajawegêrî û terorkirina xelkê bêguneh bibînin.

Roja Înê komek endamên dijbereyê li nêzî Mizgefta Mekkî ya Zahidanê kom bûn û dest bi teqekirinê kirin û di vê bûyerê de fermandarê îstixbarata Sipahê Selman a parêzgeha Sîstan û Belûçistanê Seyd Hemîdreza Haşimî li gel 4 rêhevalên xwe yên din şehîd bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, Hucetul Îslam Seyd Îsmaîl Xetîb, wezîrê Îtileatê yê Îranê got: hewlên mezin û bi rûmet ên vî şehîdê mezin di warên parastina inqilabê û pergala pîroz a Îslamî û parastina ewlehî û aramiya vî erdî û vî gelî, li rûbirûbûna terorîzma tekfîrî û neyarên umeta îslamî ji bo hertimî berdewam e û wê cesaretê bide ciwanên xîretmend û şoreşger ên îro û sibe yên Îrana Îslamî bi taybetî nifşa nû ya Pasdaran.

Xetîb amaje bi vê yekê jî kir ku divê gurûpên terorîst ên ser bi îstîxbarata cîhanî zanibin ku dê di demek nêzîk de encamên kiryarên xwe yên rûreşî û alozî û terorkirina xelkê bêguneh bibînin û Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî û hêzên din ên bi hêz û biryardar ên îstixbaratî, ewlehî û întizamî dê bi biryar bersivê bidin kiryarên neyarîçêkir ên dubend û çeteyên dijmin.

Serepeyv