Cotmeh 01, 2022 23:52 Asia/Tehran
  • Spasiya serokên sê dezgehên birêvebirana welêt ji neteweya têgihîştî ya Îranê

Serokên degehên cîbicîkar, yasadanîn û dadweriyê yên Komara Îslamî ya Îranê spasiyên xwe ji xelkê jîr û aqilmend ên Îranê derbirîn û daxwaz kirin ku saziyên berpirs ji bo aramkirina welêt, rûbirûbûna aloziyan û parastina nîzam û ewlekariya giştî rola xwe ya jîr û ciddî bilîzin.

Li gorî rapora IRNA`yê, serokên her sê dezgehan li civîna êvara şemiyê ya ku li cihê saziya serokomariyê hat lidarxistin, digel hilkolandina pirsgirêkên niha û bûyerên vê dawiyê yên welêt, daxwaza lîstina rola zîrek û ciddî ya saziyên berpirs di çarçêva afirandina ewlehî û aramiya welêt, rûbirûbûna bi ajawegêriyê û parastina qanûn û ewlehiya giştî kirin.

Serokên dezgehên cîbicîkar, qanûndanîn û dadweriyê li ser pêwîstiya nasandin û ravekirina komployên dijberên Îranê û neyarên Inqilaba Îslamî ji aliyê medya û elîtan pêgîrî kirin û ji gelê hêja yê Îranê ku bi têgihiştinê, demnasî û xêzkirina zîrek, plansaziya dijwar û piralî yên dijminan ji bo çêkirina qeyranê li welêt heta niha bê encam kirin û ji navbirine, qedirzan kir.

Di vê civînê de parastina can û mal û milk û  asayîşa civakê weke yek ji erkên cidî yên sîstema hikûmraniyê hate tekez kirin û di vê derbarê de hemû dezgehên berpirs hatin wezîfedarkirin ku erkê xwe di warê parastina ewlehî û aramiya civakê de bi awayekî cidî û aktîv bi cih bînin.

Serepeyv