Îlon 28, 2022 09:35 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Îran ne cihek e ku tê de darbe an jî şoreşa rengîn bikin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku "Îran ne ciheke ku her kes bikaribe darbe û şoreşa rengîn bike û gotina xwe wiha domand: "Tu nûçeyek girîng li Îranê nîne û ti guhertina rejîmê jî çênabe."

Wezîrê karên derve yê Îranê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, di hevpeyvînekê de ligel Radyoya Netewî ya Amerîkayê (NPR), li bersiva pirsekê derbarê mirina Mehsa Emînî, keça ciwan a Îranî got: Ev yek li hemû cîhanê diqewime û bi dehan halet li salê li Amerîka, Îngilîstan û li welatên din jî dikeve ber çavan.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Ji dema ku ev bûyer qewimî, serokomarê Îranê bi baldarî mijar şopand û bi malbata xanim Emînî re axivî. Sîstema dadweriyê jî bi awayekî cidî mijarê dişopîne.

Emîr-Ebdullahiyan eşkere kir: Bi sedema hestên pak ên gelê Îranê di saetên destpêkê yên vê bûyerê de xelkê bi awayekî aştiyane nerazîbûnên xwe anîn ziman, lê mesele bi dawî bûye û her kes li benda nêrîna sîstema dadweriyê ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê diyar kir ku tiştek qewimî û got: Çima kanalên satelaytê yên ku ji Londonê tên birêvebirin, yan jî ji hundirê Amerîkayê, hin berpirsên amerîkî gotinên provakatîf dibêjin û destêwerdanê dikin?

Emîr-Ebdullahiyan got: Hin ji wan torên ku ji Londonê tên birêvebirin, eşkere xelkê teşwîq dikin ku serhildan, şewitandin û kuştinê bikin.

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Koma terorîstî ya minafiqan ku 17 hezar Îranî şehîd kirin, ji nav Amerîka û hin welatên Ewropayê ve  tehrîkan dikin û çeteyên xwe dişînin hundirê Îranê.

Wezîrê karên derve yê Îranê pêgirî kir: Cudahî di navbera xwenîşandan, alozî û xirabkariyê de heye; Li Îranê daxwazên gel tên guhdarîkirin, lê yên ku dixwazin serhildanê bikin û di bin bandora derveyê welat de bin, em ê li gorî qanûnên me bi wan re rû bi rû bibin.

Emîr-Ebdullahiyan derbarê danûstandinên rakirina sizayan de jî got: Bi giştî li Viyenê gotûbêjên erênî û geşepêdanê hatin kirin û gelek peyam bi aliyên Amerîkî re hatin guherandin.

Wezîrê karên derve yê Îranê diyar kir: Amerîkiyan di mijarên mayî de metnek dan ku gelek nezelalî tî de heye û Komara Îslamî ya Îranê jî ji kordînatorê Yekîtiya Ewropayê re gotiye ku divê ew nivîs zelal, rohn û bihêz bibe.

Serepeyv