Îlon 22, 2022 11:09 Asia/Tehran
  • Mûşeka 'Rizwan'ê ya Balistîk di meşa leşkerî ya salvegera Berevaniya Pîroz da hat nimandin

Mûşeka Rizwan'ê ya Balistîk û erd-bi-erd a Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bo cara yekem di rêûrisma meşa leşkerî ya 22ê Îlonê (31ê meha Şehrîwerê ya Koça Rojî) bi boneya rêzgirtina salvegera çil û duyem a Berevaniya Pîroz li kêleka tirba paqij a Îmam Xumeynî (Re) hat nimandin.

Mûşeka Rizwan'ê mûşekeke bi ardûya şilkî, yekqonaxî û bi serê cengî yê veqetiyayî ye ku birra wê digihêje heta 1400 kîlometreyî.

Meşa leşkerî ya hêzên çekdar bi boneya salvegera çil û duyem a Berevaniya Pîroz (Şerê sepandî yê Iraqê dijî Îranê di dehsaliya 1980î da), îro (Pêncşem) li Tehranê û navendên parêzgehên din ên Îranê dest pê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Mûşeka Rizwan'ê ya Balistîk ku ayîdî Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ye, bo cara yekem di rêûrisma meşa leşkerî ya 22ê Îlonê li kêleka tirba paqij a Îmam Xumeynî (Re) hat nimandin.

 

Serepeyv