Hevdîtinên Emîr-Ebdullahiyan ên dîplomatîk li New Yorkê
Wezîrê karên derve yê Îranê di kêleka civînên Civata Giştî ya NY da digel çend rayedarên cîhanê civiya.
Li gorî rapora IRNAyê, Park Cîn wezîrê derve yê Koreya Başûr berêvara Duşemiyê li hotela ku Wezîrê karên derve yê Îranê lê dimîne bi Husên Emîr-Ebdullahiyan ra civiya.
Her wiha Şêx Muhemed bin Rehman Alê Sanî, alîkarê serokwezîr û wezîrê derve yê Qeterê jî bi Wezîrê karên derve yê Îranê ra civiya.
Ebdullah Bûhebîb wezîrê derve yê Libnanê jî berêvara Duşemiyê li gorî dema xwecihî bi Emîr-Ebdullahiyan ra civiya.
Di van hevdîtinan da du aliyan derbarê mijar û peywendiyên dualî şêwirîn.
Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji bo beşdariya di civîna 77an a Civata Giştî ya NY nîvroja Duşemiyê li gorî dema xwecihî di serê taximeke payebilind da gihîşte balefirgeha John F. Kennedy ya New Yorkê.