Îlon 18, 2022 09:54 Asia/Tehran
  • Reîsî: Ez bi Biden re hevdîtin nakim

Ayetullah Sd. Îbrahîm Reîsî, serokomarê Îranê, bi helkefta beşdarbûna li 77`emîn Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, di hevpeyvînekê de digel medyayeke Amerîkî ragihand, ku hevdîtin bi Joe Biden serokomarê Amerîkayê re pêk nayê. .

Li gorî rapora IRNA`yê; Ayetullah Sd. Îbrahîm Reîsî ji bo beşdarîkirina 77emîn Lûtkeya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, diçe New Yorkê.

CBS Newsê ragihand ku Ayetullah Reîsî di hevpeyvînekê de li gel vê kanala nûçeyan ragihand ku hevdîtin bi Joe Biden re çênabe.

Li gorî vê raporê, ayetulah Reîsî li bersiva pirsekê derbarê îhtîmala hevdîtina rû bi rû bi Biden re li kêleka Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), got: Bi baweriya min hevdîtineke wiha çênabe. Ez hevdîtin û muzakereyê bi kêr nabînim.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, di bersiva vê pirsê de, bi dîtina we cudahiya rêveberiya Trump û rêveberiya Biden çi ye? Wî got: Hikûmeta nû li Amerîka îdia dike ku ew ji rêveberiya Trump cuda ye, lê me ti guhertinek di pratîkê de nedîtiye.

Serokomarê Îranê berî niha jî di hevpeyvînekê de ligel kanala nûçeyan a El Cezîre ya Qeterê ragihandibû ku biryara dawîn a lihevkirina navokî li ser milê Amerîkayê ye û tekez kir: "Em bi biryar in ku bi cidî mafên Îranê û gelê wê biparêzin. ."

Serepeyv