Îlon 17, 2022 18:20 Asia/Tehran
  • Kenanî: Çîn ji endamên girîng ên Rêxistina Hevkariya Şanghayê ye

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Çîn ji endamên sereke û damezirîner ên Rêxistina Hevkariya Şanghayê ye.

Nasir Kenanî Çafî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê di gotûbêja bi kanala CGTN'ya Çînê ra her wiha got: Rola Çînê ya avaker di mijarên navçeyî û navneteweyî da ji bo welatên endam girîng e.

Kenanî got: Hewildana Çînê ji bo xurtkirina hevkariyên çendalî ji wan hevkariyên aborî, tranzîtî û xurtkirina bazirganiyê di warên navçeyî û navneteweyî da binirx in.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Dewleta Çînê mînakeke baş a welatekî berpirsyar di têkoşîna dijî gefa cîhanî ya Vîrûsa Koronayê da bû û hem di rêveberiya vê pandemiyê li nav Çînê serkeftî bû û hem jî roleke bibandor ji bo alîkariya bo welatên din di vî warî da lîst.

Serepeyv