Îlon 17, 2022 15:05 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Meşa Erbeyînê nîşana vîna Xwedê ji bo hejandina berztir a alaya Îslamê ye

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî rûdana meşa Erbeyînê ya mûciz wek nîşaneya vîna Xwedê ji bo hejandina berztir a alaya îslama Ehlê Beytê zanî.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Şemiyê di merasîma şîndariya xwendekaran bi boneya Erbeyîna Îmam Husên (S) da, got: Bûyera meşa Erbeyînê ya mûciz bi ti siyaset û tevdîra mirovî va pêk nayê û ev destê Xwedê ye ku bi vê dîmena ezamet mizgîniyê dide ku rêya li pêşberî me ronî ye û tê meşandin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî dilên xortan ên paqij û bawermend sebeba baştir bûna kualîteya dua û şîretan û zêdebûna rênimandina Xwedê zanî û got: Merasima Erbeyînê ku alaya bilind a hezretê Seyid ul-Şuheda ye, îsal bicoştir û mezintir ji her serdemeke din a dîrokê hat lidarxistin.

Wî şîret li xortan kir ku qedra serdema xortaniyê bizanin û baldariya taybet ser heyetên huseynî bikin û piştra got: Heyet jî divê hem bîra Ehlê Beytê zindî û hem navendek ji bo ronkirina rastiyan bin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî bal kişande ser hewildanên bêrawestan ên xêrnexwaz û rêbirên rastiyê li dijî rûdanên girîng ên weke meşa bicoş a Erbeyînê, sipariş li hemiyan kir ku erka xwe nas bikin û got: Du hevokên Quranê yên bingehîn û mayînde yanî Şîerta bo Heq û Şîreta bo Sebirê ji bo hertim û bi taybet ji bo roja me ya îro destûrkareke bingehîn e.

Wî sebir bi wateya berxwedan, rawestand, newestiyan û nedîtina xwe di asêgehê da zanî û xitabî xortên heyetî û quranî, got: Hem hûn bi rêya di rêya heq da bimeşin û hem jî hewil bidin ku bi ronîkirina atmosferên cûr bi cûr ji wan zanîngehê bi reng û şêwazên xwedayî, kesên din jî bên ser vê rêyê.

Di destpêka vê merasimê da, xwendekarên şîndar di hizûra Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî da, hevdeng digel ziyaretkerên din ên Kerbelaya Muella banga "Lebeyk ya Huseyn" bilind kir.

Serepeyv