Îlon 16, 2022 12:02 Asia/Tehran
  • Reîsî: Hevkariya aborî ya Tehran û Moskowê ji bo her du welatan sûdmend e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê berfirehkirina hevkariyên aborî yên Îran û Rûsiyê ji bo du neteweyan û welatên navçê sûdmend nirxand.

Li gorî rapora IRNA`yê, Serokê Komara Islamî ya Îranê Sd. Îbrahîm Reîsî roja pêncşemê li çarçoweya 22`emîn lûtkeya welatên endamên Rêxistina Hevkariya Şanghayê li Semerqenda Ûzbekistanê bi Vladimîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê re li bara warên hevkariyên aborî yên dualî gotûbêj kir û kêfxweşiya xwe derbarê pêşketinên girîng di peywendiyên her du welatan de bi taybetî di warên bankî, veguhestina bejayî û deryayî, gumrik û enerjiyê de nîşan dan.

Reîsî her wiha bal kişande ser hesabên şaş ên Amerîkiyan li danûstandina bi welatên serbixwe re û ragihand: Amerîka wisa difikire ku her welatekî ku siza bide wê hikûmet û neteweya wê dide sekinandin, lê ev hesabeke şaş e, ji ber ku di pratîkê de xwe sînordar dikin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bi pêdaçûna li ser siyasetên berfirehxwazî ​​yên NATO`yê, behsa geşedanên li Qefqasyayê kir û got: Her guhertinek di jeopolîtîka navçê de karekî bêîstiqrar e û nayê qebûlkirin.

Serokomarê Rûsyayê jî helwêstên Rûsiye û Îranê lihevhatî û hemaheng nirxand û îşare bi metirsiya zêdegaviyên NATOyê kir û got: Gefên NATOyê tenê li Ewropayê sînordar nabin, belkî welatên din ên cîhanê jî digire ber xwe.

Serokomarê Rûsiyê bi gotina vê yekê ku rêketinama hevkariyê ya nû ya Tehran-Moskow di qonaxên dawîn de ye, amadebûna xwe ji bo nivîsandina reşnivîsa belgenama hevkariyên stratejî yên aborî navbera her du welatan ragihand.

Vladimîr Pûtîn bal kişande ser zêdekirina têkilî û şêwirên rayedarên aborî yên Îran û Rûsiyê û got: Heyeta bazirganiyê ya Rûsiyê hefteya bê bi amadebûna nûnerên 80 kompaniyên mezin ên Rûsiyê diçe Îranê.

Serokomarê Rûsyayê her wiha bal kişand ser vê yekê ku ji bo endamtiya hertimî ya Îranê di Rêxistina Hevkariya Şanghayê de çi pêwîst be dê bikin û pêgirî kir ku her gava karên qanûnî bi dawî bibin dê ev mijar were kirin.

Sd. Îbrahîm Reîsî, serokê Komara Islamî ya Îranê, li ser vexwandina fermî ya Şewket Mîrzayev serokomarê Uzbekistanê, roja çarşemiyê di serokatîya heyeteke payebilind a siyasî û aborî de, ji bo hevdîtina fermî ya dualî û herwiha beşdarbûna li 22.emîn Civîna Bilind a Rêxistina Hevkariya Şanghayê çû Uzbekistanê.

Serepeyv