Îlon 14, 2022 15:45 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê gihîşte Semerqenda Uzbekistanê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi mebesta beşdariya di civîna navçeya ya Rêxistina Hevkariya Şanghayê da derbasî Semerqenda Uzbekistanê bû.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser vexwendina fermî ya Şewket Mîrziyayîf hevpêşeyê xwe yê uzbekî di serê taximeke payebilind a rayedarên siyasî û aboriyê da, roja Çarşemiyê beriya nîvro ji bo beşdariya di civîna serokên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Şanghayê da, berê xwe da bajarê Semerqenda Uzbekistanê.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê beriya birêketinê li nav nûçegihanan armanca vê serdanê xurtkirina siyaseta cînaretî, xurtkirina hevgirtinê û xurtkirina çendalîtîşopiyê da zanîn û got: Bêguman me di siyaseta cînaretiyê da wek pêngava yekem karî pêbaweriya siyasî ya dualî xurt bikin.

Reyîsî her wiha got: Di pêngava duyem da em bibandorbûna Komara Îslamî ya Îranê û hebûna wê ya çalak li navçeyê dişopînin; bi awayekî ku em bikarin bi jêrsaziyên ku li Asya û welatên cînar hene, hêz û şiyana aborî, pergala pere û bankê û hemû pêşketinên ku roja îro li navçeyê hene li kêleka hev dayînin û bi baştirîn awayî ji bo berjwendiyên Îranê jê sûd wergirin.

Rêxistina Hevkariya Şanghayê sala 2001ê bi armanca têkoşîna dijî terorîsm û zêdegaviyê û hevkariya berbipêş a aborî li Şanghaya Çînê û ji aliyê Qezaqistan, Çîn, Qirqîzistan, Rûsiye, Tacîkistan û Uzbekistanê va hat damezirandin.

Hind û Pakistanê di civîna ku di rojên 8 û 9ê Hezîrana 2017an da li paytexta Qezaqistanê hat lidarxistin, endamtiya tam a vê rêxistinê bi dest xist; Îran jî di halê derbaskirina qonax û pêvajoyên endamtiya hertimî li Rêxistina Hevkariya Şanghayê ye.

 

 

Serepeyv