Îlon 14, 2022 09:34 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Eger aliyê amerîkî rastbîn be, lihevkirin dikare were bidestxistin

Wezîrê karên derve ye Îranê tevî tekeziya li ser vîna Îranê ji bo bidestxistina lihevkirineke bihêz û mayînde, got: Lihevkirina Viyenê di rewşa rastbîniya aliyê amerîkî dikare pêk were.

Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve ye Îranê di gotûbêja telefonî tev Geoffrey Onyeama, wezîrê derve yê Nîjeryayê bal kişande ser rewşa herî dawî ya gotûbêjên ji bo rakirina boykotan û tekezî li ser pabendiya Îranê bo dewama gotûbêjên tev aliyên hember û vîna Îranê ji bo bidestxistina lihevkirineke bihêz û mayînde kir.

Emîr-Ebdullahiyan tevî diyarkirina hêviya xwe derheqê vêya ku Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê erka xwe di çarçoveya teknîkî û dûr ji destwerdana siyasetê bişopîne, got: Eger aliyê amerîkî rastbîne, lihevkirine dikare were bidestxistin.

Wezîrê karên derve ye Îranê her wiha nîv sedsal raboriya dîrokî ya peywendiyên Îran û Nîjeeryayê wek sermiyaneke mezin û qahêm ji bo berfirehkirina peywendiyên siyasî, aborî û çandî di navbera Îran û Nîjeryayê li gorî berjewendiyên hevpar da zanîn û hevpêşeyê xwe yê nîjeryayî vexwend ku serdana Tehranê bike.

 

 

Serepeyv