Wezîrê Navxwe yê Îranê: Sê milyon ziyarekerên Erbeîn ji Îranê çûne Iraqê
Wezîrê Navxwe yê Îranê got: Heta niha sê milyon ziyarekerên Erbeînê ji bo beşdariya li merasima Erbeîna Huseynî ji Îranê derketine.
20 Sefera 1444 Hicrî (17ê Îlona 2022), Erbeîna şehadeta Îmam Husên (S) Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê û hevalên wî yên dilsoz li çola Kerbelayê ye û di vê rojê de ziyaretker derbasî bajêr Kerbelayê li başûrê Iraqê dibin ji bo beşdariya di merasima Erbeîna Huseyîn (S).
Li gorî rapora IRNA`yê, Ehmed Wehîdî wezîrê karên hundir yê Îranê roja sêşemiyê li gotûbêja bi nûçegihanan li termînala sînorî ya Şelemçeyê li parêzgeha Xûzistanê li başûra rojavaya Îranê got: Bi nêzîkbûna Erbeîna Huseynî, hejmara ziyarekerên ku bi mebesta çûna Iraqê bi rê ketine li deriyên Erbeînê zêde dibin.
Wezîrê Navxwe yê Îranê diyar kir ku li her 6 termînalên sînorî yên di navbera Îran û Iraqê de şert û mercên guncaw hene û got: Nêzîkî 1.45 milyon ziyareker ji şeş sînoran piştî beşdarbûna li merasima Erbeînê vegeriyan welêt.
Wezîrê karên hundur ê Îranê li bara pirsgirêka hatûçûna ziyarekerên biyanî jî got: Pirsgirêka hatûçûna ziyarekerên Efxanistanî hat çareserkirin û ziyarekerên Pakistanî jî dikarin ji sînorê bejayî derbas bibin.