Îlon 13, 2022 21:31 Asia/Tehran
  • Kremlîn: Pûtîn û Reîsî li Semerqendê dicivin

Koşka Kremlînê ragihand ku serokên Îran û Rûsyayê dê li kêleka Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şanghayê li Semerqendê bicivin.

Lûtkeya Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê biryar e di navbera 15-16ê Îlonê de li bajarê Samerqendê yê Uzbekistanê were lidarxistin. Ev civîn dê bibe yekemîn hevdîtina rûbirû ya serokên welatên Rêxistina Hevkariya Şanghayê ji sala 2019an û vir ve û bidawîhatina serokatiya Uzbekistanê ya vê rêxistinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Kremlîna Rûsiyê ragihand ku Vladîmîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê dê li kêleka Lûtkeya Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê li Semerqendê bi serokomarê Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî re bicive.

Kremlînê amaje bi wê yekê jî kir, ku Pûtîn di serdana xwe ya Uzbekistanê de ji bo beşdarbûna Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şanghayê dê bi serokên Tirkiye û Uzbekistanê re jî bicive û se rêkeftina hinardekirina genimên Ukraynayê  bi Erdogan re biaxive.

Li gorî ragihandina Koşka Kremlînê, Pûtîn dê roja pêncşemê li Semerqendê bi Serokomarê Çînê re bicive û mijara vê hevdîtinê dê Ukrayna û Taywanê bibe.

Serokên hemû welatên endamên Rêxistina Hevkariya Şanghayê ji wan Rûsya, Hindistan, Kazakistan, Qirgizistan, Çîn, Pakistan, Tacîkistan û Uzbekistanê amadebûna xwe di vê civînê de piştrast kirin.

Rêxistina Hevkariya Şanghayê rêxistineke navdewletî û navneteweyî ye ku di 15ê Hezîrana 2001ê de li Şanghaya Çînê ji aliyê Qazaqistan, Çîn, Qirgizistan, Rûsya, Tacîkistan û Uzbekistanê ve hatiye damezrandin.

Serepeyv