Îlon 13, 2022 17:44 Asia/Tehran
  • Merendî: Tevî zextên Amerîkayê jî, gihiştina lihevkirinê hîn nêzîk e

Şêwirmendê tîma danûstandinên navokî ya Îranê li gotûbêjên rakirina dorpêçan li bara pêşhatên herî dawî yên têkildarî van muzakereyan got:Tevî zextên Amerîkayê, gihîştina lihevkirinê hîn nêzîk e.

Muhemed Merendî, şêwirmendê tîma danûstandinên navokî ya Îranê di hevpeyvînekê de ligel kanala El Cezîre ragihand, ji bo gihîştina rêkeftinê, divê serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê çareserkirina pirsgirêk û mijarên mayî yên girêdayî danûstandinan de biryareke cidî bide. 

Merendî eşkere kir ku Îran ji ber civîna Civata Rêvebirên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê derbarê bernama navokî ya Îranê û encamên wê nîgeran nîne.

Nûneratiya Komara Îslamî ya Îranê çendîn car tekez kiriye ku pêwîstiya gihîştina bi rêkeftinê garantîkirina berdewamiya rakirina dorpêçan e û nabe ku ev mijar weke amûrê fişarê li paşerojê de li dijî Îranê bê bikaranîn.

Serepeyv