Emîr-Ebdullahiyan: Rêvebiriya berfireh bi beşdariya komên etnîkî yek ji bingehên aştî û aramiyê li Efxanistanê ye
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê pêkanîna hikûmeteke berfireh bi beşdariya xurt a hemû pêkhateyên etnîkî yek ji platformên pêwîst ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li Efxanistanê nirxand.
Li gorî rapora IRNA`yê, li civîna webinarê ya ku roja duşemiyê hat lidarxistin, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê û Nanaya Mahuta wezîra karên derve ya Zelanda Nû pêşhatên peywendiyên dualî û navçeyî gotûbêj kirin.
Emîr-Ebdullahiyan li vê hevdîtinê de avakirina hikûmeteke berfireh bi beşdariya bihêz a hemû pêkhateyên neteweyî yek ji bingehên pêwîst bo pêkanîna aştî û aramiyê li Efxanistanê da zanîn.
Wezîrê karên derve yê Îranê tedbîrên Îranê ji bo xizmetkirina zêdetir ji 4.5 milyon penaberên Efxan li Komara Islamî ya Îranê bi bîr xist û li ser pêwîstiya piştevaniya civaka navneteweyî ji bo birêvebirina vê berpirsiyariya giran û alîkariya welatên dost û ji wan Zelanda Nû di vî warî de pêgirî kir.
Emîr-Ebdullahiyan amaje bi peywendiyên dostane yên di navbera her du welatan de jî kir û pêşwazî li lidarxistina komîsyona hevbeş a siyasî û aborî ya du welatan kir û hêvî xwest ku lidarxistina vê civînê gaveke bi bandor bibe ji bo bidestveanîna şiyana heyî ya peywendiyên dualî di warên curbicur de.
Wezîra karên derve ya Zelanda Nû jî bal kişand ser peywendiyên dostane yên her du welatan û lidarxistina komîsyona hevpar a siyasî û aborî ya her du welatan di paşerojeke nêzîk de wek derfeteke girîng nirxand.
Mahota bi qedirzanîkirin û pêzanînên xwe ji nêzîkatiya mirovî ya Komara Îslamî ya Îranê li wergirtina bi milyonan penaberên Efxanistanê, li ser siyaseta welatê xwe ya ji bo piştevanîkirina ji pêkanîna aramiyê li Efxanistanê û alîkariya penaberan pêgîrî kir.
Wezîra karên derve ya Zelanda Nû sipasiya alîkariya Komara Îslamî ya Îranê ji bo veguhestina hejmarek ji hêzên Efxanistanê ji bo Zelanda Nû kir .
Wê herwiha bal kişand ser girîngiya Komara Îslamî ya Îranê li navçê û li ser pêşxistina hevkariyên bi Îranê re heta ku bibe pêgîrî kir.