Îlon 12, 2022 14:48 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî siyasetên giştî yên Bernameya Heftem ragihandin

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî siyasetên giştî yên Bernameya Heftem ku di serî da 'Pêşketina aborî hevrê digel dadmendiyê' berçav digirin, ji serokên sê saziyên welêt ra ragihandin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî wek cihanîna benda yekem a Xala 110an a Qanûna Bingehîn, siyasetên giştî yên Bernameya Heftem ku piştî şêwirîna digel Civata Şarezayên Rêbertiyê hatine diyarkirin û di serî da 'Pêşketina aborî hevrê digel dadmendiyê' berçav digirin, ji serokên sê saziyên welêt (Serokomar, Serokê Meclîsê û Serokê Saziya Dadweriyê), Serokê Civata Şarezayên Rêbertiyê û Serokê Erkantiya gişt a Hêzên Çekdar ra ragihandin.


Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, tevî sipasiya ji endam û sekreterxaneya Civata Şarezayên Rêbertiyê ji ber çalakiya giştalî ji bo raberkirina nêrînan, her wiha sipasiya ji sê saziyên welêt û erkanên din ên hikûmetê ji ber beşdariya wan a çalak, amadekirin û pesendkirina Qanûna Bernameya Heftem li ser bingeha van siyasetan wek pêngaveke din ji bo pêkhatina armancên hikûmetê da zanîn û çavdêriya çalak li ser cihanîna baş a siyasetan tekez kir.

Siyasetên giştî yên Bernameya Heftem di 7 sermijarên 'Aborî', 'Karûbarên Binesaziyê', 'Çandî û Civakî', 'Zanistî, Teknolojî û Perwerdehî', 'Siyasî û Siyaseta Derveyî', 'Berevanî ûEwlehî', 'Îdarî, Hiqûqî û Dadwerî' û di 26 beşan da hatine pesendkirin.

Serepeyv