Reyîsî ji bo beşdariya di civîna serokên Rêxistina Hevkariya Şanghayê da dê biçe Uzbekistanê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê dê ji bo beşdariya di civîna serokan a welatên endamê Rêxistina Hevkariya Şanghayê da biçe Uzbekistanê.
Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiya vê hefteyê dê di serê taximeke payebilind a pêkhatî ji rayedarên siyasî û aborî da biçe Uzbekistanê.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Seyid Îbrahîm Reyîsî li ser vexwendina fermî ya Şewket Mîrziyayîf hevpêşeyê xwe yê uzbekistanî ji bo hevdîtineke fermî ya dualî û beşdariya di civîna 22an a serokên Rêxistina Hevkariya Şanghayê, dê berê xwe bide bajarê Semerqendê yê dîrokî.
Reyîsî di vê serdanê da piştî pêşwaziya fermî ji aliyê serokomarê Uzbekistanê va, dê hevdîtineke xusûsî bi Şewket Mîrziyayîf ra pêk bîne û rayedarên du welatan bi amadebûna serokomaran, çend belgenamyên hevkariyê wajo bikin.
Reyîsî her wiha tevî beşdarî û axaftinê di civîna 22an a serokên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Şanghayê da ku rojên Pêncşemî û Înê li Semerqendê bê lidarxistin, wê digel serokên welatên beşdar jî bicive.