Îlon 11, 2022 10:24 Asia/Tehran
  • Bertekên Îranê li hember daxuyaniya ne avaker a Troyîka Ewropayê

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li berteka li hemberî gotinên ne avaker ên sê welatên ewropî, şîret li van welatan kir li şûna ku derbasî qonaxa têkbirina proseya dîplomatîk bibin, rola aktîvtir bilîzin, da ku çareseriyek ji bo bidawîkirina çend nakokiyên mayî pêşkêş bikin.

Sê welatên ewropî yên endamên Rêketina Navokî (JCPOA) yanî Almanya, Fransa û Brîtanya roja Şemiyê di daxuyaniyekê de îdiayên xwe yên derbarê danûstandinên navokî yên bi Îranê re dubare kirin.

Van her sê welatên ewropî ku guh nedane sozên xwe di heyama cîbicîkirina Rêketinama Atomî de, îdia kirin ku: Dema ku em nêzîkî rêkeftinekê dibûn, Îranê mijarên cuda yên ku li gorî NPT û Peymana Parastin û Çavdêriyê ya ku bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê re girêdayî ye xistin rojevê .

Di vê daxûyaniyê de, bi dubarekirina hewlên avêtina topê li meydana Îranê, hatiye nivîsandin: Ev daxwaza vê dawiyê gumanên cidî li ser niyet û pabendbûna Îranê ji bo gihandina encameke serketî li bara rêketinama navokî çêkiriye. Helwesta Îranê bi erkên qanûnî re nakok e û perspektîfên vejandina Rêkeftina Navokî lawaz dike.

Li gorî rapora IRNA`yê, Nasir Kenanî şemiyê bi şev li berteka li hemberî vê daxûyaniya ne avaker û li dijî nêta xêrê ya sê welatên ewropî li bara muzakereyên rakirina dorpêçan, got: Cihê sosret û mixabiniyê ye ku di rewşekê ku têkeliyên dîplomatîk û pevguhertina peyaman di navbera aliyên danustandinan û kordînatorê muzakireyan de ji bo danûstandinên dawî berdewam in, sê welatên ewropî bi kiryareke nerast û dûr ji nêzîkbûneke encamdar di danûstandinan de daxuyaniyeke wiha didin.

Kenanî amaje bi niyeta baş û îradeya cidî ya Komara Îslamî ya Îranê ji bo bi encamkirina lihevkirina rakirina dorpêçan kir û bi bîr xist ku pêşdeçûna danûstandinan di gelek qonaxan de ji wan qonaxa dawîn, encama destpêşxerî û ramanên Komara Îslamî ya Îranê bû.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê hişyarî da aliyên ewropî ku nekevin bin bandora aliyên sêyemîn ên ku ji destpêkê ve li dijî pêvajoya muzakereyê bûn û niha bi hemû hêza xwe hewl didin ku muzakere bi ser nekevin.

Kenanî herwiha got: Cihê mixabiniyê ye ku sê welatên ewropî bi vê daxuyaniya nerewa, riya Rejîma Siyonîst jibo têkbirina danûstandinan girtine ber xwe û eşkere ye ku eger ev karê wan berdewam bike, divê ew jî berpirsyariya encamên wê bipejirînin. .

Serepeyv