Îlon 10, 2022 10:35 Asia/Tehran
  • Setlayta îranî ya Zefer-2 dê bi zûtî were avêtin

Serokê Zanîngeha Zanist û Pêşeyê tekez kir: Setlayta Zefer-2'ê dê bi zûtî were avêtin.

Serokê Zanîngeha Zanist û Pêşeyê (Ilm û Senet) ya Tehranê tevî amajeya bi hewildanên lêkolerên vê zanîngehê di warê teknolojiyên çêkirina setlaytan da, got: Setlayta Zefer-2'ê dê bi zûtî were avêtin.

Pêşketinên zanyar û pisporên îranî yên cewan ji bo çêkirin û avêtina setlaytan di salên dawî da berbiçav bûne.

Setlayta Neteweyî ya Umîd bi setlaythilgira navxweyî ya Sefîr-2 sala 2008an bo fezayê hat avêtin û bi vî awayî Îranê kete nav koma heşt welatên ku kariye setlaytekê bi teknolojiya xwe ya navxweyî di Xolgeha Erdê da bi cih bike.

Setlaytên Nevîd û Fecrê jî hewildanên din ên Îranê ji bo çalakiya di vî warî da bûn ku her yek ji bo heyamekê memûriyeta xwe pêk anî. Di dewama van hewildanan da vê dawiyê Setlayta Xeyam ji baregeha fezayî ya Baikonur'ê ya Qezaqistanê hat avêtin.

Mensûr Enbiya, Serokê Zanîngeha Zanist û Pêşeyê got: Heta niha 4 setlayt li Zanîngeha Zanist û Pêşeyê hatine çêkirin; Nevîd, Mobîn, setlayta sêyem bi navê Zefer û setlayta çarem Zefer-2 ye.


 

Serepeyv