Îlon 09, 2022 17:06 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan li ser serdana Reyîsî ya bo Semerqendê bi hevpêşeyê xwe yê uzbek ra axivî

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi beşdariya ayetullah Reyîsî di civîna Şanghayê da li Semerqendê, serdana serokomarê Îranê bo Uzbekistanê wek xaleke werçerxanê di danûstandinên dualî da zanî.

Rêxistina Hevkariya Şanghayê sala 2001ê bi armanca têkoşîna dijî terorîsm û zêdegaviyê û hevkariya berbipêş a aborî li Şanghaya Çînê û ji aliyê Qezaqistan, Çîn, Qirqîzistan, Rûsiye, Tacîkistan û Uzbekistanê va hat damezirandin.

Hind û Pakistanê di civîna ku di rojên 8 û 9ê Hezîrana 2017an da li paytexta Qezaqistanê hat lidarxistin, endamtiya tam a vê rêxistinê bi dest xist; Îran jî di halê derbaskirina qonax û pêvajoyên endamtiya hertimî li Rêxistina Hevkariya Şanghayê ye.

Li gorî rapora Fars Newsê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Înê di têkiliya telefonî tev Vladimir Norov wezîrê derve yê Uzbekistanê da, derbarê mijarên herî girîng ên dualî pê ra axivî.

Vladimir Norov di vê gotûbêjê da qala beşdariya 14 serokên welatên cûr bi cûr di vê civînê da kir û armanceke herî girîng a civîna Semerqendê lêhûrbûna li ser girîng û potensiyela Komara Îslamî ya Îranê wek endameke nû ya Rêxistina Hevkariya Şanghayê da zanîn.

 

 

Serepeyv