Îlon 09, 2022 10:10 Asia/Tehran
  • Tetbîqata leşkerî ya 'Îqtidara 1401ê' ya Artêşa Îranê bi tomarkirina rekorên nû bi dawî hat

Berdevkê Tetbîqata leşkerî ya 'Îqtidara 1401ê' ya Hêza Bejahiya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê qala bidawîhatina vê tetbîqata leşkerî bi tomarkirina rekorên nû kir.

Tetbîqata leşkerî ya 'Îqtidara 1401ê' ya Hêza Bejahiya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ji êvara roja Çarşemiyê li devera gelemperî ya Nesr Abada Îsfehanê dest pê kir.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Emîr sertîpê duyem Kerîm Çeşk, Berdevkê Tetbîqata leşkerî ya 'Îqtidara 1401ê' ya Hêza Bejahiya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê derbarê cîbicîkirin û veguhestina amûran bo navçeya vê tetbîqata leşkerî got: Veguhestina amûran bo mesafeyeke zêdetirî 700 kîlometreyan û bi erebeyên giran û gelek hiran ên çêkirî ji aliyê pisspor û pêşeyên navxweyî yên Îranê û hêza bejahiya artêşê di dema herî kurt da pêk hat.

Emîr sertîpê duyem Çeşk her wiha got: Operasiyona herikbar a asimanî bi helîkopterên Hewanîrûz (beşa asimanî ya hêza bejahiyê) û hêza lezbertek a Tîpa 65an pêk hat û ev operasiyoneke dijwar di warê plandarêştin û cihanînê bû ku wek ddestkefteke girîng a vê tetbîqatê tê hesab.

Berdevkê Tetbîqata leşkerî ya 'Îqtidara 1401ê' ya Hêza Bejahiya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ceribandina serkeftî ya pergalên dîtina di şevê da yên sazkirî li ser helîkopteran di şert û mercên weke şerê rasteqîn da, berhema hewildana Hewanîrûz û kompaniyên zanistbingeh da zanîn.

Emîr sertîpê duyem Çeşk, wek destkefteke din a tetbîqatê qala operasiyona sserkeftî ya yekîneya Dronan kir ku bi bikaranîna dronên şêrr û wêrankirinê kariye bi baldarî li armancên têkildar bide û piştevaniya qonaxên din ên operasiyonê bike.

Berdevkê Tetbîqata leşkerî ya 'Îqtidara 1401ê' ya Hêza Bejahiya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku pergalên dûrmenzîl ên Feth-360 û Fecr-5 bo cara yekem di vê tetbîqatê da hatine bikaranîn, got: Mûşeka Feth-360 mûşekek e ku li dijî armancên stratejîk tê bikaranîn.

 

 

Serepeyv