Îlon 08, 2022 19:22 Asia/Tehran
  • Kenanî Çafî: Amerîka û Brîtanya ne hêjayî tawanbarkirina Îranê ne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi redkirina êrîşa sîberî ya îdiakirî ser Albanyayê got: Amerîka û Brîtanyayê ne hêjayî vê yekê ne ku ji ber îdiayên hanê Îranê sûçdar bikin.

Di vê derbarê de û li gor nûçeya ajansa Iran Pressê, Nasir Kenanî Çafî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, sibeha roja pêncşemê tometên bêbingeh ên Konseya Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê û wezareta karên derve ya Brîtanyayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê têkildarî êrîşa sîber a li dijî Albanyayê ret kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku Amerîka û Brîtanyayê ku beriya niha li hemberî gelek êrîşên sîberî yên li dijî binesaziya Komara Îslamî ya Îranê, heta li hemberî êrîşên sîberî yên li dijî navendên atomî xwe bêdeng dikirin û bi awayekî rasterast an nerasterast piştgiriya van êrişan jî dikirin, niha ew ne hêja ne ku Komara Îslamî ya Îranê ji ber van îdiayan sûşdar bikin.

Kenanî Çafî her wiha hişyarî da her cure macersaziya siyasî li dijî Îranê bi van hincetên pêkenok û bal kişand ser amadetiya tam a Îranê ji bo rûbirûbûna bi biryar, tavilê û poşîmanker a li hember her komployeke muhtemel û got: Komara Îslamî ya Îranê wek welatekî ku gelek caran rastî êrişên sîberî hatiye, beşek girîng ji hewildanên wê yên berpirsiyarane di asta navneteweyî ew e ku bi xetereya êrîşên sîber re mijûl bibe.

Serepeyv