Îlon 08, 2022 17:45 Asia/Tehran
  • Bertekên Îranê li hember daxuyaniya civîna wezîrên derve yên Komkara Erebî

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê naveroka daxuyaniya civîna wezîrên karên derve yên Komkara Ereban ya têkildarî Komara Îslamî ya Îranê şermezar kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, "Kananî" pêdagîrî kir: Welatên hanê li şûna dubarekirina tawanbarkirinên dubare û bêqîmet, divê balê bikşînin ser cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî gelê mezlûm ê Filistînê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha got: "Di heman demê de ku hin ji van welatan ji bo baştirkirina peywendiyên xwe bi Komara Îslamî ya Îranê re tevdigerin, ev kiryara wan li dijî van daxuyaniyan e, vêca ji welatên hanê xwest ji bo axaftinê û çareserkirina xeletiyan û dilmayiyan bi Îranê re gotûbêj bikin.

Kenanî bi redkirina îdiaya derbarê sê giravên Îranê de, hemû kiryarên Îranê di çarçoveya pêkanîna serweriya yekparçetiya axa welatî de nirxand û destwerdana aliyên din di vê derbarê de şermezar kir.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha bal kişande ser şanazî û şiyana hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê li parastina ewlehiya deryageriyê li navça Kendava Farsê û hişyarbûna ji her cure şerûdî û bêewlehî yên deryayî û li ser dabînkirina ewlekariya herêmê ji aliyê welatên herêmê ve bêyî destwerdanên derve pêgîrî kir.

Serepeyv