Îlon 08, 2022 13:20 Asia/Tehran
  • Serokê Konseya Ewropayê: Em dev ji peymana nukleerê ya bi Îranê re bernadin

Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel êvara Çarşemê got ku Ewropa dev ji peymana nukleerî ya bi Îranê re bernade.

Li gorî rapora IRNA`yê, Charles Michel (Şarl Mîşêl) li hevpeyvîna tev kanala El Cezîre ya Qeterê herwiha diyar kir: Tevî nîşanên nerênî li bara pêşniyara Yekîtiya Ewropayê, em dev ji rêketinama navokî ya digel Îranê bernadin.

Beriya niha, John Kirby, kordînatorê ragihandinê yê stratejî yê Encûmena Asayîşa Netewî ya Amerîkayê ragihandibû, ku em hîn di hewla ji nû ve cîbicîkirina JCPOA (Rêkeftina Navokî) de ne.

Kirby amaje bi hebûna nakokî û kêmasiyan jî kir û gotibû, ew nikarin dema cîbicîkirina rêkeftinê ragihînin û dema rêkeftin pêk hat dê her kes jê agahdar bibe.

Di vê derbarê de berdevka Koşka Spî Karin Jean-Pierre roja Sêşemê bi dema herêmî di civîneke rojnamevaniyê de îdiayên hertimî yên ku dibêjin Amerîka ji destpêka danûstandinên Viyenê ve xwedî helwesteke prensîbî bû dubare kirin û dîsa îdia kir: “Eger Îran amade ye pabendî rêkeftina atomî ya 2015an bibe, em jî amade ne.”

Di heman demê de Îshaq Herzog serokê Rejîma Siyonîst li berdewamiya hewlên rayedarên vê rejîmê ji bo rêgirtina li vejandina muzakire û gotûbêjên rakirina dorpêçan, li parlemana Almanyayê daxwaza sepandina dorpêçên tund li dijî Îranê kir.

Serepeyv