Emîr-Ebdullahiyan: Em ê di mijara nukleerê de xetên sor ên nizamê binpê nekin
Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina vê yekê ku em tu xetên sor ên Nizamê di mijara navokî de binpê nakin û got: Xetên ku ji aliyê rêberê mezin ê inqilabê ve di bêbandorkirina dorpêçan de hatine xêzkirin, ku ji aliyê Serokomar û Wezareta Karên Derve jî hatine pejirandin bi cidiyet û desthilatdariyeke tam berçav digirin û vê rêkê berdewam dikin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan roja çarşemê li 10`emîn civîna meclisa pisporên rêberiyê li raporekê li bara dawîn pêşhatên siyasî û navneteweyî û destkeftên siyaseta derve ya Komara Islamî ya Îranê li heyama yeksalî ya dewleta gelanî pêşkêş kir û pirsên endamên Meclîsa Pisporên Rêberiyê bersivandin.
Di vê hevdîtinê de Emîr-Ebdullahiyan bal kişande ser guhertina hijmar û qalîteya aktoran di asta navneteweyî û zêdebûna aktorên hikûmî û nehikûmî di vê hawirdorê de û got: Hemû hewlên Amerîkayê ji bo çêkirina rêkkeftinên nû yên siyasî û ewlehî. li herêmê bêyî hebûna Komara Îslamî ya Îranê têkçûne.
Wezîrê karên derve yê Îranê şert û mercên niha yên hawêrdora navneteweyî bêîstîqrar da zanûn ku Pergala Navneteweyî xistiye ber guhertinê û bûye sedema hebûna navendên curbicur ên qeyranê li navçeyên curbicur ên coxrafiya cîhanê û di dewamê de teqez kir: Di şert û mercên wiha de, Komara Îslamî ya Îranê bûye keştiyeke aram di oqyanûsa cîhanî ya bi pêlên mezin de.
Emîr-Ebdullahiyan bal kişand ser îtirafa dost û dijminan li ser rola yekta ya Rêberê giranqedir ê Inqilabê li xistina aqilane ya welat ser riya rast û birêvebirina pêşhatên siyasî yên aloz ên navnetewî û got: Bi saya rêberiya aqilane ya Rêberê Giranqedr ê Inqilabê. îro di warê ewlekarî û aramî, pêşketin û desthilatdariya netewî de rewşa me ya herî baş heye.
Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Di warê aborî de jî bi bernama geşepêdana aborî ya domdar a hikûmetê, ji bo dabînkirina refaha milet a herî zêde, emê bi başî û bi serbilindî riya pêşketinê bi pêş bixin.
Emîr-Ebdullahiyan herwiha got: Di warê aborî de, ji ber nêzîkatiya rast a hikûmetê li ser bingeha siyaseta derve ya hevseng bi sekinîna ser pêwendiya bi cîranan û welatên Asyayî, herwiha negirêdana aborî û debara xelkê bi rêkeftina CYPOA (Rêkeftina Navokî) û rakirina sizayan, pêvajoyeke pir bi hêvîdarî û ber bi pêş di wearê pêwendiya bi derve re û warên curbicur ên siyasî, aborî, bazirganî, çandî û ewlekarî de pêk aniye.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha li ser danûstandinên rakirina tehrîman jî got: "Em hêlên sor ên Nizamê di mijara navokî de binpê nakin, xêzên ku rêberê giranqedr ê inqilabê di bêbandorkirina tehrîman de diyar kirine ku ji aliyê Serokomar û Wezareta Karên Derve ve jî tên pejirandin, bi cidiyet û desthilatdarî tên destnîşan kirin û berçavgirtin."