Îlon 08, 2022 00:31 Asia/Tehran
  • Wezareta Derve ya Îranê bi tundî kiryara dijî Îranê ya hikûmeta Albanyayê şermezar kir

Wezareta karên derve ya Îranê bi redkirina îdiayên bêbingeh ên dewleta Albanyayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê, biryara Albanyayê ya li ser qutkirina peywendiyên siyasî bi Têhranê re li ser bingeha van îdiayên bêbingeh, kiryareke nerewa û kurtbîn di warê têkiliyên navneteweyî de nirxand.

Serokwezîrê Albanyayê Edi Rama roja Çarşemê bi îdiaya ku Îranê di demên dawî de êrîşên sîber li dijî wî welatî pêk aniye, ragihandibû ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Îranê re qut kirine û ji dîplomatên Îranî xwestibû ku Albanyayê terk bikin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Wezareta karên derve ya Îranê roja çarşemiyê li berteka li hemberî kiryara dijî Îranê ya dewleta Albaniyayê, li civînên çendalî û navneteweyî li bara helwêstên prensîbî yên Komara Islamî ya Îranê li warê atmosfera sîberî li gotûbêjên curbicur tekezl kir. Komara Îslamî ya Îranê wek yek ji welatên armanca êrişên sîber li ser binesaziya krîtîk a xwe, her bikaranîna qada sîber wekî amûrek ji bo êrişkirina ser jêrxana krîtîk a welatên din red û mehkûm dike.

Li daxûyaniya wezareta karên derve ya Îranê, li ser redkirina îdiayên ne îsbatkirî li dijî Komara Islamî ya Îranê, tekezî li ser wê yekê tê kirin ku, curê kiryar û rola aliyên sêyem li ser kirin û dayina van îdiayan li dijî Komara Islamî ya Îranê nîşan dide ku bandora welatên piştgirê teror û fitneyan di vî warî de dikeve ber çavan.

Di vê daxûyaniyê de, amaje bi tevgerên medyayî û siyasî yên organîzekirî yên yekser piştî ragihandina biryara dewleta Albanya, hatiye kirin ku bi lezgînî weşandina daxuyaniya dewleta Amerîkayê û herwiha pêşwazîkirina vê biryarê ji aliyê medyaya siyonîst ve amaje bi hebûna planeke pêşwext a ji bo avakirina atmosfereke siyasî li dijî Komara Îslamî ya Îranê dike.

Li daxûyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê, amaje bi mazûvaniya grûpeke navdar a terorîstî ji aliyê dewleta Albaniyayê ve, diyar dike ku Tîrana keteya ber bandora aliyên sêyemîn û biryara şaş û neguncav a dewleta Albaniyayê vê yekê îsbat dike.

Li halekî ku Albaniya demek dirêj e, bûye navenda koma têrorîst a Munafiqan, berî niha du dîplomatên Îranê ji nav wan balyozê Îranê Xulam Husên Muhemedniya bi tohmeta nerast ku ewlehiya vî welatî dixe metirsiyê dersînor kiribûn. Ji wê demê ve, balyozxaneya Îranê li Albanya di asta kardar de dihat birêvebirin.

Serepeyv