Îlon 07, 2022 22:04 Asia/Tehran
  • Li Îranê 37 kes ji ber Koronayê mirin

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Li Îranê di 24 saetên dawî de 37 nexweşên tûşbûna bi vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) canê xwe ji dest dan û hejmara giştî ya kesên ku ji ber vê nexweşiyê mirin derket 144 hezar û 85 kesan.

Li gorî ragihandina Navenda Peywendî û Ragihandina Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (çarşemê) li gor pîvanên teqez ên teşxîsê, li welêt 945 nexweşên nû bi Covid-19ê hatin tespîtkirin û 243 kes jî ji wan nexweşan rakirin nexweşxanan.

Li gorî vê raporê, hejmara giştî ya tûşbûyên Covîd-19ê li Îranê gihîştiye 7 milyon û 536 hezar û 217 kesan.
Şukra Xwedê heta niha 7 milyon û 311 hezar û 837 nexweş sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.
741 nexweşên bi Covîd-19ê li beşên lênihêrîna taybet ên nexweşxanan di bin çavdêriyê de ne.

Vîrûsa koronayê li seranserê cîhanê 6 milyon û pêncsed û heft hezar û sed û şêst û çar kes mirin.
Korona heya niha çar mutasyonên genetîkî yên xeternak hene, di nav de alpha, beta, gamma û delta û Amicron guhertoya herî dawî ya vê vîrusê ye.

Serepeyv