Îlon 07, 2022 16:50 Asia/Tehran
  • Hewl didin şewata li daristanên bakurê Îranê kontrol bikin

Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Qeyranê ya Parêzgeha Mazenderanê li Bakurê Îranê ragihand ku ji ber germahiya hewayê li beşekî ji daristanên parêzgeha Mazenderanê şewat derket.

Husên Elî Mihemedî Şîrkolayî Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Qeyranê ya Parêzgeha Mazenderanê di hevpeyvînekê de ligel nûçegihanê Îranpressê li Balgerdê ragihand ku şewata li daristanên deverên Kelardeşt û Sewad Koha Bakur hatiye vemirandin, lê şewata li devera Heft Xal Kiyaser hê jî didome.

Mihemedî Şîrkolayî her wiha got, hêzên hawargihan ên parêzgeha Mazenderanê bi sê helîkopteran mijûlî vemirandina agir li navçeyên daristanên Heft Xel Kiyaser in û dê di demek nêzîk de vî agirî bitemirînin.

Rêvebirê giştî yê rêveberiya qeyranê ya parêzgeha Mazenderana Îranê tekez kir ku leza herikîna bayê bandor li operasyona kontrolkirina agir li daristanên herêma Heft Xal Kiyaser kir.

Parêzgeha Mazenderanê li bakurê Îranê nêzîkî milyonek û 300 hezar hiktar zeviyên daristanî hene; Şewatê zirar gihandiye 2 hektar û nîv ji daristanên parêzgeha Mazenderanê.

Serepeyv