Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Gel di hemî bûyer û rûdanan da "Qaremanê sereke yê serpêhatiya Înqilabê" bûye
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Gel di hemî bûyer û rûdanan da "Qaremanê sereke yê serpêhatiya Înqilabê" bûye û ev rastî cihê ders û îbretwergirtinê ye û ji hemî berpirsan ra nîşan dide ku divê bi vî gelî ra çawa tev bigerin.
Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Sêşemiyê di hevdîtina digel serokomar û endamên Taxima Dewletê da tevî şirovekirina serkeftinên yeksalî yên dewletê, bi raberkirina şîretên girîng ji wan derbarê ewiliyeta mijara aboriyê, got: "Coşa gelemperî ya gel di serdema Înqilabê da", "Matmayîna îstikbarê li hemberî mezinahiya Înqilabê", "Dijminatiyên bêrawestan ên zorbêjên cîhanê", "Bêberevanbûna welat û paytextê li hemberî êrîşên asimanî yên Sedam", "Liv û tevgerên terorîstan li seranserî welêt û bêewlehîtiya salên destpêka Înqilabê", "Xebata dewlet û meclîsên cûr bi cûr piştî Înqilabê", "Beşdariya diyarker a gel di hemaseya Berevaniya Pîroz da û bereyên din ên têkoşîna li hemberî dijminan" û "Beşdariya hertimî û bêmînak a gel di meş û merasimên cûr bi cûr da" ji wan mijaran e ku divê hertim di bîra civakê da bin.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî zindîkirina hêvî û baweriya gel wek serkeftina herî girîng a dewletê da zanîn û got: Gel dibîne ku dewlet li nav meydanê û mijûlî û kar û xebata ji bo çareserkirina pirsgirêkan û raberkirina xizmetan bo wê ye û vê rastiyê hêvî û pêbaweriya gelemperî heta radeyeke zêde vejiyandiye, helbet ev hewildan di hin waran da gihîştiye encamê û di hin waran da hîn negihîştiye encamên pêwîst.
Hezretê Ayetullah Xamineyî, "Derxistina civakê ji çaverêtiya ji bo biryardan û tevgeriyana kesên din", "Xwedûrkirin ji girêdana welêt bi şert û mercan" û "Girîngîdana bi potensiyelên navxweyî" ji serkeftinên Hêza Cihêner a welêt (Dewlet) da zanîn.
Wî dewleta sêzdehem "Berpirsyar" da zanîn û got: "Rêbazên baş di warê siyaseta derveyî û çandê da" û "Berbiçavkirina dirûşmeyên Înqilabê ji wan edaletxwazî, piştevaniya ji belengazan, xwedûrkirin ji eşrafîgeriyê û dijayetiya bi istikbarê ra" ji xalên berbiçav ên dewletê dan zanîn.
Hezretê Ayetullah Xamineyî tevî tekeziya li ser "Avakirina Petro-Palîngehan", "Kemilandina zincîreya Nirxa Zêdekirî (Value Added) di pêşeyên madenê da û pêşîgirtin li Xavfirotinê", "Kemilandina rêyên bingehîn ên bakûr-başûr û rojhilat bi rojava ji bo zêdekirina potensiyela veguhestina navneteweyî û her wiha rêyên têkilî û veguhestina navxweyî" û "Berfirehkirina sûdwergirtin ji potensiyela bêmînak a deryayê", got: Nehêlin ku potensiyelên mezin ên xwezayî û mirovî yên heyî li welêt bên bêfeyde bên berdan.