Tebax 30, 2022 10:44 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Xurtkirina peywendiyên Îran û Erebistanê li ser xêra ewlehiya navçeyê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê însiyatîv û kiryarên Iraqê ji bo baştirkirina atmosfera hevkariya di navbera welatên navçeyê bêyî destwerdana biyaniyan ji bo xurtkirina hevgirtinê li navçeyê bibandor da zanîn û got: Jinûve-avakirin û xurtkirina peywendiyên Erebistanê bi Îranê ra li ser xêra ewlehiya navçeyê ye.

Li gorî rapora IRNAyê, Ayetullah Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê êvara Duşemiyê di hevdîtina digel Fuad Husên wezîrê derve yê Iraqê da, tevî sipasiya ji şêwirînên dewleta Iraqê têkildarî karûbarên navçeyî, got: Însiyatîv û kiryarên Iraqê ji bo baştirkirina atmosfera hevkariyê di navbera welatên navçeyê da û bêyî destwerdana biyaniyan, dê ji bo xurtkirina hevgirtinê li navçeyê bibandor be.

Reyîsî pênc dorên gotûbêja navbera Îran û Erebistanê bi navcîtiya Iraqê erênî nirxand û tekez kir ku bi saya kemilandina lihevkirinên berê, rê ji bo xurtkirina danûstandinan xweş dibe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku pêkanîna ewlehî û aramiyê li Iraqê tenê bi rêya gotûbêjê di navbera hemû tevgerên siyasî yên vî welatî, li gorî Qanûna Bingehîn û bi mebesta têgihîştina hevpar li ser damezirandina dewleta nû ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê pêkan e, tekez kir: Cîgeha merceyiyetê di vî warî da gelekî girîng e.

Fuad Husên wezîrê derve yê Iraqê jî di vê hevdîtinê da pesna piştgiriyên berdewam û bihêz ên Komara Îslamî ya Îranê di warê pêkanîna ewlehî û aramiyê li Iraqê û kemilandina pêvajoya siyasî ya damezirandina dewleta nû li vî welatî da û tekezî li ser dewama hewla dewleta Iraqê ji bo baştirkirina peywendiyên Îran û Erebistanê kir.

 

 

Serepeyv