Tebax 28, 2022 16:04 Asia/Tehran
  • Amarên herî dawî yên vîrusa koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de li Îranê 44 kes ji ber vîrûsa koronayê mirine.

Navenda Peywendiyên Giştî û Ragihandinê ya Wezareta  Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê îro yekşemê ragihand: Di 24 saetên dawî de 44 nexweşên tûşbûna bi “Covid-19” li welat jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayî hejmara gişt miriyan derket 143 hezar û 728 kesan.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Ji duh heta îro li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, hezar û 693 nexweşên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê (Covid-19) li vî welatî hatin tespîtkirin û hejmara giştî ya nexweşên Koronayê li welêt gihîştiye 7 milyon û 523 hezar û 662 kesan.

Li gorî vê raporê, heta niha li Îranê 7 milyon û 284 hezar û 77 nexweş baş bûne yan jî ji nexweşxanên Îranê derketine.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di şev û roja borî de 65 hezar û 570 dozên vaksîna Koronayê li wî welatî hatiye derzîkirin.

Wezareta Tenduristiyê ragihand: Heya niha 64 milyon û 976 hezar û 658 kesan doza yekem, 58 milyon û 354 hezar û 175 kesan doza duyem û 30 milyon û 677 hezar û 978 kesan jî doza sêyem a Koronayê wergirtine. Bi tevahî vaksînên ku li Îranê hatine derzîkirin gihîştiye 154 milyon û 8 hezar û 811 dozan.

Serepeyv