Tebax 27, 2022 21:09 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê

Navenda Têkiliyan a Gelêrî ya Wezareta Tendirustî û Dermankirin û Perwerdehiya Pizîşkî ragihand ku di 24 saetên borî de 37 nexweşên Koronayê li welêt jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (şemî) û li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 976 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin û 296 ji wan rakirin nexweşxanan.

Li gorî vê yekê li Îranê bi giştî hejmara kesên ku bi Kovîd-19ê ketine derket 7 milyon û 521 hezar û 969 kesan.

Her wiha di nava 24 saetên dawî de li Îranê 37 kesên din bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber vê nexweşiyê mirin derket 143 hezar û 684 kesan.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, 1171 nexweşên bi Kovîd-19ê jî li beşên tenduristiyê yên taybet ên nexweşxanan di bin çavdêriyê de ne.

Heta niha 64 milyon û 962 hezar û 358 kesan doza yekem a vaksîna Koronayê wergirtine, 58 milyon û 343 hezar û 597 kesan doza duyem, 30 milyon û 637 hezar û 286 kesan jî doza sêyem a vê vaksînê wergirtine. Li ser hev heya niha 153 milyon û 943 hezar û 241 dozên vaksîna Koronayê li welêêt hatine derzîkirin.

Li gorî amarên fermî yên welatan, heta niha zêdetirî 605 milyon û 192 hezar kes li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetirî 6 milyon û 486 hezar kes jî ji ber nexweşiya Covid-19ê canê xwe ji dest dane.

Serepeyv