Tebax 26, 2022 15:56 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Amerîkî divê rastbînane tev bigerin

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Eger amerîkî rastbînane tev bigerin, hevhatina ji bo rakirina boykotên zalimane dijî Îranê dikare were bidestxistin.

Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Înê di hevdîtina bi "Hussein Mwinyi" serokomarê Zengibarê da bi gotina vêya ku ji bo rakirina boykotên Îranê gelek hewildan pêk hatine, got: Komara Îslamî ya Îranê û aliyên din ji bo hevhatinê qonaxên dawiyê derbas dikin.

Emîr-Ebdullahiyan tevî sipasiya ji alîkarî û danûstandinên Tanzanya û Zengibarê di serdema boykotên zalimane li dijî Îranê da, xitabî sserokomarê Zengibarê got:
Îran xwedan pileya pêncem di warên weke Hightech, bijîşkî û zanistê da ye û amade ye ku van tecrubeyan veguhezîne Zengibar û Tanzanyayê.

Serokomarê Zengibarê jî tevî sipasiya ji vexwendina xwe ji aliyê serokê Komara Îslamî ya Îranê ji bo serdana Îranê, hevkariya bi Îranê ra di warên pêşeyên deryayî û avjiyan, derxistina neft û gazê û damezirandina parkên teknolojiyê, çandinî, perwerdehî, çêkirina bendav û rêyan û hwd daxwaz kir.

 

 

Serepeyv