Tebax 26, 2022 10:01 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Îranê derbasî Zengibarê bû

Wezîrê karên derve yê Îranê di serê taximeke siyasî-aborî derbasî balefirgeha Zengibarê bû û ji aliyê rayedarên vê herêmê va hat pêşwazîkirin.

Zengibar (Zenzibar) herêmeke nîv-xweser li Tanzanyayê û paytexta wê bajarê Zengibarê ye.

Zengibar pêkhatî ji komgiravekê li Oqyanûsa Hindê û di 20-25 kîlomitriya welatê sereke ye ku ji gelek giravên biçûk û du giravên mezin bi navê Unguja û Pombayê pêk hatiye.

Li gorî rapora ISNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê di dewama serdana xwe ya Tanzanyayê, êvara Çarşemiyê di serê taximeke siyasî-aborî derbasî balefirgeha Zengibarê bû û ji aliyê Nasir Ehmed Mezrû'î wezîrê Tenduristiyê û rayedarên va hat pêşwazîkirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê biryar e ku bi serokomarê Zengibarê ra bicive û derbarê berfirehkirina peywendiyên Îran û Zengibarê pê ra bişêwire.

Emîr-Ebdullahiyan Duşemiya derbasbûyî wek yekem menzîla serdana xwe ya Afrîqayê, derbasî Bamakoya paytexta welatê Maliyê bû.

Wezîrê karên derve yê Îranê ji bo hebûna li nav şîeyên Darulselamê, roja Pêncşemiyê çû ccem nimêjkarên mizgefta şîeyan a Xwace Esna Eşerî ya vî bajarî.

 

 

Serepeyv