Tebax 25, 2022 15:49 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Geşepêdana peywendiyên aborî tev welatên afrîqî yekemayeta siyaseta derveyî ya Îranê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê berfirehkirina peywendiyên aborî bi welatên afrîqî nemaze Tanzanyayê ra ji yekemayet û mijarên sereke yên siyaseta derveyî ya Îranê da zanîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Pêncşemiyê di civîna çalakên aborî yên Îran û Tanzanyayê da ku li Darulselamê hat lidarxistin, tevî amajeya bi zirûfên aborî, pêşeyî û teknolojiyê yên Îranê, yekemayeta siyaseta derveyî ya Îranê berfirehkirina peywendiyên aborî bi welatên afrîqî nemaze Tanzanyayê da zanîn.

Emîr-Ebdullahiyan bi gotina vêya ku parezemîna Afreîqayê ji mijarên sereke yên dîplomasiya aborî ya Îranê ye, got: Di vî warî da Tanzanya welatekî girîng li vê parezemînê ye ku hertim xwedan cîgeheke taybet di siyaseta derveyî ya Îranê bûye û gel û rayedarên du welatan nêrîneke erênî li hevûdu hene.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Lidarxistina vê komcivînê gewahiyek li ser meyl û meraqa du aliyan ji bo xurtkirina peywendiyên aborî ye û Tanzanya xwedan zirûfên zehf ji bo sermiyandanîna di warên weke maden, çandinî û ajeldarî, perwerdekirina masî û avjiyan û pêşe û tûrîsm û derfirotina mêweyên hêla equator'ê (Otseva) ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina vêya ku Îran wek welatekî pêşeyî û pêşketî ya Asyayê xwedanê gelek potensiyelkan di wwarên derfirotina xizmetên teknîkî û endazyariya petrokîmyayê û berhemên zanistbingeh e, got: Em amade ne ku alîkariya Tanzanyayê ji bo bidestxistina armancên xwe yên pêşeyîbûn û pêşketinê bikin.

 

 

Serepeyv