Tebax 24, 2022 22:18 Asia/Tehran
  • Wezîrê Derve yê Îranê gihêştiye Tanzanyayê

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê terka welatê Maliyê daye û çûye Tanzanyayê welatekî din yê Afrîqayê.

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê li yekem sefera xwe ya Afrîqayê roja duşemiyê ber bi Maliyê ve çû û li Bamakoya paytexta vî welatî bi rayedarên vî welatî re hevdîtin û gotûbêj kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê îro danê nîvro li duyemîn sefera xwe ya parzemîna Afrîqayê çû Tanzanyayê.

“Ebdullah Diop” û “Husên Emîr-Ebdullahiyan” wezîrên karên derve yênMalî û Îranê, beriya civîna yekem a komîsyona hevpar a her du welatan, bi hev re hevdîtin û gotûbêj kirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê li civîneke çapemeniyê ya hevpar bi wezîrê karên derve yê Malî, hevkariyên bi vî welatî re li warên aborî, berevanî û perwerdeyî ji karên sereke yên dezgeha dîplomatîk a Komara Îslamî ya Îranê zanî.

Serepeyv