Gotûbêja wezîrên derve yên Îran û Maliyê
Tebax 23, 2022 15:42 Asia/Tehran
Wezîrên karên derve yên Îran û Maliyê berî civîna komîsyona hevpar a Îran û Malî li hev civiyan û mijarên balkêş gotûbêj kirin.
Li gorî rapora IRNA`yê; “Ebdullah Dîop” û “Husên Emîr-Ebdullahiyan” wezîrên karên derve yên Îran û Maliyê, roja sêşemiyê beriya civîna yekem a komîsyona hevpar a Îran û Malî, hevdîtin û gotûbêj kirin.
Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Emîr-Ebdullahiyan îro danê sibê gihîşt Bamakoya paytexta Maliyê.
Wezîrê karên derve yê Îranê dema gihêşt Bamakoyê ji aliyê Ebdullah Dîop wezîrê karên derve yê Maliyê ve bi germî hat pêşwazîkirin. Emîr-Ebdullahiyan ji bilî wezîrê derve yê Maliyê dê bi rayedarên din ên vî welatî ji wan bi serokomar re bicive û gotûbêjê bike.