“Bû Elî Sîna” sembola şanaziya pizîşkiya Îranê ye
Roja 23ê Tebaxê di salnama Komara Îslamî ya Îranê de wek roja bîranîna Şêx El-Reîs Bû Elî Sîna û roja doxtiran (pizîşkan) hatiye binavkirin.
Bû Elî Sîna yek ji navdartirîn û bibandortirîn fîlozofên Îranê ye û pirtûka wî zanyarê îranî ya "Qanûnê" yek ji navdartirîn pirtûkên pizîşkî ye ku li gelek zanîngehên cîhanê tê dersdayîn.
Ev feylesof û arifê îranî di sala 1037an de di emrê 57 saliya xwe de çavên xwe ser vê dunyayê girtin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Iranpress`ê, tirba Bû Elî Sîna ya bi navûdeng a cîhanê li navenda bajarê Hemdanê ye û yek ji cihên geştiyarî yê vî bajarê dîrokî û kevnar li rojavaya Îranê ye.
Birca mezara Bû Elî Sîna jî ji birica qubeya Qabûs hatiye îlhamkirin û 12 stûnên wê hene ku sembola duwanzdeh zanistên vî feylesofê îranî ye.
Tirba Bû Elî Sîna di lîsteya şûnewarên neteweyî yên Îranê de hatiye tomarkirin.
Her wiha bi helkefta roja pizîşkan, îro sêşemî beşek ji xwendekarên zanîngeha zanistên pizîşkî ya Hemedanê bi amadebûna ser mezara Bû Elî Sîna, hilketina salvegera bîranîna Bû Elî Sîna li vê cihê dîrokî, zanistî û geştiyarî pîroz kirin.