Tebax 20, 2022 22:52 Asia/Tehran
  • Li Îranê 44 kesên din ji ber Coronavîrusê mirin

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Li Îranê di 24 saetên dawî de 44 kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketine jiyana xwe ji dest dan û hejmara giştî ya kesên ku ji ber vê nexweşiyê mirine gihîşt 143 hezar û 332 kesan.

Li gorî Navenda Peywendî û Ragihandina Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (şemî) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê hezar û 835 nexweşên nû bi Covîd-19ê hatin tespîtkirin û ji wan 504 kes rakirin nexweşxanan.

Li gorî vê raporê, hejmara giştî ya tûşbûyên Covid-19ê li Îranê gihîşt 7 milyon û 503 hezar û 369 kesan.

Şukra Xwedê heta niha 7 milyon û 226 hezar û 357 nexweş sax bûne yan jî ji nexweşxanan hatine derxistin.
Hezar û 361 nexweşên bi Covîd-19ê di beşên lênihêrîna taybet ên nexweşxanan da ne.
Ji ber Vîrûsa Koronayê li seranserê cîhanê 6 milyon û 457 hezar û 550 kes mirine.
Korona heya niha çar mutasyonên genetîkî yên xeternak hebûne, di nav de alpha, beta, gamma û delta, û Amicron guhertoya herî dawî ya vê vîrusê ye.

Serepeyv