Tebax 20, 2022 11:57 Asia/Tehran
  • Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Diyaloga Înqilaba Îslamî derçûna navendên zanistên olî ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Diyaloga Înqilaba Îslamî ji navendên zanistên olî (Huzeyên Îlmiye) derketiye û ev navend hîn jî girîngtirîn jêderên gihandina peyama rast a Înqilaba Îslamî bo cîhanê ye.

"Nasir Kenanî Çafî" berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îramê roja îniyê li hevdîtina digel rayedarên ajansên nûçeyan û medyayên olî yên vî welatî li bajarê pîroz ê Qumê (li başûra Tehranê) li bara kapasîteya ragihandinê ya vî bajarî bi sedema hebûna mezintirîn Navenda zanistên olî li welêt û rola wê di warê çandsaziya olî û  peywendiya navneteweyî û gihandina rast ya peyama sîstema pîroz a Komara Îslamî ya Îranê bo muxateban di qada herêmî û navneteweyî de girîng nirxand.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yaKomara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Bajarê Qûmê hertim di qada neteweyî û navneteweyî de qayidesaz û veguherîner bûye û mizgînvan û dabînkerê Îslama heqîqî, yanî Îslama pak a Muhemmed (S) û diyaloga Ehlê Beyta Îsmet û Teharetê ji dinyayê re bûye.

Kenanî herwiha mesela Filistînê girîngtirîn mesela cîhana islamê da zanîn û got: Rejîma Siyonîst û ravekirina cewher û metirsiyên wê yên rasteqîn ên li ser aştî û ewlehiya navçeyî û navneteweyî divê yek ji girîngtirîn niqaş û gotûbêjên medyayî li diyaloga Înqilaba Îslamî bibe û pêwîst e medyayên şoreşger erkê xwe bi cih bînin û di vî warî de bi cidîtir û bi bandortir tevbigerin.

Serepeyv