Tebax 19, 2022 21:56 Asia/Tehran
  • Kenanî: Dewleta Amerîkayê xwedî rekor di destwerdan û darbeya dijî welatên serbixwe da ye

Berdevkê Wezareta derve ya Îranê dewleta Amerîkayê xwedî rekor di warê destwerdan, êrîşa leşkerî û darbeya li dijî welat û dewletên serbixwe zanî.

Îro (În), 28ê Mordana 1401ê ya Koça Hetawî, 19ê Tebaxa 2022an, hevdem digel salvegera darbeya amerîkî li dijî dewleta Îranê di sala 1953an da ye.

Di 19ê Tebaxa 1953an da hejmareke hêzên artêşa rejîma Pehlewî bi hevkariya Amerîka û Inglîzê bi hilweşandina dewleta Muhemed Musediq careke din Muhemedreza Pehlewî kirin desthilatdar.

Di vî warî da û li gorî rapora Fars Newsê, Nasir Ken'anî Çafî, Berdevkê Wezareta derve ya Îranê roja Înê û di salvegera vê darbeyê da li Twitterê nivîsî: Dewleta Amerîkayê xwedî rekor di destwerdan û darbeya dijî welatên serbixwe da ye.

Berdevkê Wezareta derve ya Îranê her wiha nivîsî: Darbeya Tebaxa 1953an li dijî dewleta neteweyî ya Îranê, mînakeke aşkira ji vê dîroka reş e.

Wî ragihand: "Gelo dewleta Amerîkayê dê siyaseta xwe ya şaş û têkçûyî derheqê Îranê biguherîne û rêzê li mafên rewa yên gelê Îranê bigire?"

 

Serepeyv