Tebax 18, 2022 23:25 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Emîr-Ebdullahiyan bi Wezîrê Derve yê Umanê re derbarê danûstandinên rakirina sizayan

Wezîrên karên derve yên Îran û Umanê li ser mijarên curbicur ji wan gotûbêja ji bo rakirina dorpêçên zalimane yên Amerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê gotûbêj kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, “Husên Emîr-Ebdullahiyan” wezîrê karên derve yê Îranê û “Bedir El-Bûseydî” wezîrê karên derve yê Umanê roja pêncşemiyê li peywendiyeke telefonî derbarê peywendiyên dualî û rêkarên berfirehkirina wan peywendiyan gotûbêj kirin. Her wiha pêşhatên dawî yên têkildarî danûstandinên rakirina sizayan li Viyenê û mijarên din jî gotûbêj hatin kirin û derbarê pirsên herêmî û navneteweyî nêrînên xwe par ve kirin.

Emîr-Ebdullahiyan roja Çarşema borî 10ê Tebaxê jî di pêwendiyeke telefonî de ligel “Bedr Elbusaidî” pêşhatên dawî yên girêdayî gotûbêjên ji bo rakirina dorpêçên zalimane yên Amerîkayê li dijî Îranê gotûbêj kir û nêrîn û hewlên Umanê di danûstandinên rakirina sizayan de bilind nirxand.

Uman di dema danûstandinên rakirina sizayan de di gelek dozan de rola peyamnêr û navbeynkar lîstiye û rayedarên Ewropa, Amerîka û Îranê di meha borî de gelek caran ligel Mesqetê gotûbêj kirine û şêwirîn.

Serepeyv