Tebax 18, 2022 12:32 Asia/Tehran
  • Kenanî: Rojava li şûna înkarkirina rastiyan divê piştgiriyê bide mafên gelê Filistînê

“Nasir Kenanî” Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, sibeha pêncşemê li ser Twitterê, bal kişand ser berfirebûna cinayetên Rejîma Siyonîst li navçên dagirbûyî û ji dewletên rojavayî xwest li şûna înkarkirina rastiyên ber çavan ji mafên gelê Filistînê piştgirî bikin.

Li gorî rapora IRNA`yê, "Kenanî" li ser Twitterê nivîsî: Li gor gelek belge û raporên fermî yên navneteweyî û gelek raporên rêxistinên mafên mirovan, Rejîma Siyonîstî rejîmeke apartheidê ye û destê wê di nav jenosîd, tawanên cengê û cinayetên dijî mirovahiyê de ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku dewletên rojavayî li şûna înkarkirina rastiyên ber çav, divê ji mafên mirovan ên gelê Filistînê piştgirî bikin.

Li tawana herî dawî ya Rejîma Siyonîst, eskerên Rejîma dagirker a Siyonîst çarşemiyê şev êrişî Nablusê li kêleka rojava ya çemê Urdinê kirin û di encamê de herî kêm filistîniyek şehîd û 17 kes jî birîndar bûn.

Mafên gelê mezlûm ê Filistînê zêdetirî heftî sal in di bin lingên Rejîma dagîrker a Siyonîst de tê pelçiqandin. Vê rejîmê di heyama navborî de tawanên herî hovane li dijî filistîniyan pêk anîne.

Serepeyv