Tebax 16, 2022 17:12 Asia/Tehran
  • Teqezkirina Moskowê li ser bersiva avaker a Tehranê ji Brukselê re di danûstandinên rakirina boykotan de

Nûnerê Rûsyayê di danûstandinên rakirina sizayan de li Viyenê, bersiva Îranê ya li hember pêşnûmeya Yekîtiya Ewropayê avaker nirxand û got ku niha top li cem Amerîkayê ye.

Di danûstandinên vê dawiyê yên Viyenê (9ê Tebaxê) de, çendîn pêşniyar ji aliyê “Enrique Mora” hevrêzkarê Yekîtiya Ewropayê di danûstandinên Viyenê de hatin pêşkêşkirin, ku ji aliyê medyaya rojava ve wek teksta dawî hat binavkirin.

Li gorî nûçeya Sputnikê, "Mîxaîl Ulyanov" nûnerê Rûsyayê di saziyên navneteweyî yên li Viyenê û muzakereyên ji bo rakirina sizayan de, diyar kir ku niha top li ber destê dewleta Amerîkayê ye û Îranê jî pêşniyar kiriye ku di çarçoweya serastkirina pêşnûmeya vejandina peymana nukleerî de, garantiyên têkildarî parastina peymanê di pêşerojê de bêne xurt kirin.

Li gorî daxuyaniyên Ulyanov, hevdîtina nêzîk a li asta wezîrên derve têkildarî peymana nukleerî muhtemel e.

Çavkaniyên nûçeyan ji wan kanala al-Jazeera (El Cezîre) îro danê sibê li ser zarê çavkaniyekî Îranî ragihandin ku Tehranê bersiva xwe ji metna ku ewropiyan li ser vegera bo rêketinama navokî pêşniyar kirine, şandiye.

Ajansa Reutersê jî şandina bersiva Îranê piştrast kir û ragihand ku Yekîtiya Ewropayê hûrgiliyên naveroka bersiva Îranê neweşandiye.

Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan roja duşemê got: Emê îşev heta saet 12:00`ê bersiva xwe bi nivîskî pêşkêşî kordînatorê Yekîtiya Ewropayê bikin û eger Amerîka nermiyê nîşan bide, emê di rojên pêş de bigihin rêkeftinekê. Ew li ser Plana B diaxivin, me jî Plana xwe ya B heye.

Komara Îslamî ya Îranê du beşên “Ceribandina rastiya rakirina dorpêçan” û “Dayîna garantiyê di derbarê domdarbûna Rêkeftina Navokî” de ji daxwazên xwe yên sereke di danûstandinên rakirina dorpêçan de nîşan da û tekez kir, ku tenê riya vegere bo rêkeftinên dualî eva ye ku berdêla hin sînordarkirinên bernama navokî ya Îranê, ji rakirina dorpêçan sûda aborî bigihîne gelê Îranê. 

Serepeyv