Tebax 14, 2022 07:26 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Bikaranîna zimanê gefê li dijî Îran û îraniyan dê bê encam be

Wezîrê karên derve yê Îranê di twîtekê da anî bîra Koşka Sipî ku ku bikaranîna zimanê gefê li dijî Îran û îraniyan dê bê encam be.

Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Şemiyê di vê twîtê da nivîsî: Divê em bîra Koşka Sipî ku ew ê tu encamekê ji bikaranîna zimanê gefê li hemberî Îran û îraniyan bi dest nexe.

Wî her wiha ragihand, Helahelaya Koşka Sipî berpirsyariya û bersivdana wan derbarê cinayetên zehf ên terorîstî li dijî bi hezaran kes ji gelê Îran û navçeyê ji holê ranake.

Emîr-Ebdullahiyan demek beriya niha di gotûbêja telefonî tev Mewlûd Çawûşoxlû wezîrê derve yê Tirkiyê da tevî amajeya bi gotûbêjên vê dawiyê yên Viyenê ji bo rakirina boykotan, got: Me peyama xwe bi rêya ewropiyan veguhestiye Amerîkayê. Em hêvîdar in ku aliyê amerîkî bi nêrîneke rastbînane û pratîkî û pejirandina xwestekên rewa û qanûnî yên Komara Îslamî ya Îranê, rewşê ji bo lihevkirina li ser nivîsa dawiyê dabîn bike.

 

Serepeyv