Tebax 13, 2022 21:19 Asia/Tehran
  • Endamê Lijneya Serokatiya Meclisa Îranê: Tawanên nukleerî yên Siûdiyê dubarekirina siyasetên sîyonîstan ên dijî Îranê ye

Endamê desteya serokatîya meclisa şêwra îslamî ya Îranê destnîşan kir: Dubarekirina tawanên navokî yên rojavayî yên ji aliyê Riyazê li dijî Îranê, nîşana hevkarîkirina bi siyonîstan ji bo çêkirina tirs û nîgeranîyê di mejiyê welatên cîhanê de ji Komara Îslamî ye.

Mihemed Reşîdî endamê desteya serokatîya meclisa Îranê li gotûbêja digel ajansa nûçeyan a Xanêyê Mellat (Mala Netew), li berteka li hember tewanbariyên navokî yên dubarekirê yên Welatên Rojavayê ji aliyê Riyazê li dijî Îranê, got: Çalakiyên navokî yên Îranê hertim di bin çavdêriya lêger û çavdêrên Ajansa Navneteweyî ya enejiya Atomê (IAEA ) de bûye. 

“Reşîdî” her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê di çarçoveya protokolên qanûnî û navneteweyî de tevdigere; Û di raporên mufetîşên ajansê de jî bi tundî li serqanûnîbûn û  rewatiya hewldanên Îranê hatiye tekezkirin.

Reşîdî eşkere kir: Divê rayedarên Erebistanê bi bîr bînin ku DAIŞ ji hizra Siûdiyan çêbûye û Siûdî piştgirên sereke yên tevgera tekfîrî li navçê ne, lewra divê ew berpirsê kiryarên xwe bin û bi tawanbarkirina Îranê xwe ji bin barê berpirsatiya xwe nerevînin.

Serepeyv