Kenanî: Helahela dê rûyê Amerîkayê pak neke
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê helahela û çîroksaziya nû ya Amerîkatyê wek reva ber bi pêş ji berpirsyariya cinayeteke navneteweyî bi nav kir û got: Dewama helahelayan dê alîkariyekê bo pakirina rûyê rejîma Amerîkayê neke.
Nasir Kenanî Çafî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Înê li pey senaryoçêkirina nû ya Amerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê di twitekê da nivîsî: Dewama helahelayan dê alîkariyekê bo pakkirina rûyê Amerîkayê neke, belkî dê nefreta ji wê li cem gelê Îranê û cîhanê zêdetir bike.
Wezareta dadweriyê ya Amerîkayê roja Çarşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê îdia kir ku welatiyekî îranî ku endamê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ye, bi sûcê hewildana ji bo terorkirina John Bolton Şêwirmendê berê yê ewlehiya neteweyî yê Koşka Sipî tawanbar kiriye.
Wezareta dadweriyê ya Amerîkayê îdia kiriye ku tawanbar 45 salî ye û dil hebûye bi dayîna 300 hezar dolarî hin kesan ji bo pêkanîna vê kuştinê bixe xizmetê.
Di vê daxuyaniyê da hatiye îdiakirin ku armanca vî kesî dibe ku tolhildana ji ber terora serdarê şehîd Qasim Sulêymanî fermandarê berê yê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bûye.
Jake Sullivan Şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Koşka Sipî piştî derketina vê daxuyaniyê îdia kir: "Dewleta Biden derbarê parastina hemû amerîkiyan li hemberî gefên tundûtûjî û terorîsmê dê sistîyê neke."
Kenanî pêştir ji vêya wek berteka li hemberî çîroksaziya nû ya rayedarên dadweriyê yên Amerîkayê, derbarê her cûre kiryara li dijî welatiyên îranî bi behaneyên pêkenî hişyarî da.