Reaksiyona Îranê li hember çîroka nû ya Amerîkayê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê li hember çîroka nû ya rayedarên dadwerî yên Amerîkayê, derbarê her cure kiryarek li dijî hemwelatiyên Îranê bi behaneya tawanên pêkenok, hişyarî da.
Êvariya roja çarşemê, Wezareta Dadê ya Amerîkayê bi daxûyaniyekê îdia kir ku welatiyekî Îranî ku endamê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ye, hewil daye John Bolton, Şêwirmendê berê yê Asayişa Netewî ya Koşka Spî bikuje.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Nasir Kenanî, berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê got: Rayedarên dadwerî yên Amerîkayê li dewama tawanên bêdawî yên vî welatî li dijî Komara Islamî ya Îranê û li dewama Siyaseta têkçûyî ya Îranofobiyê, di çîrokeke nû de, bêyî ku belgeyên rast û pêwîst pêşkêş bikin, Îranê bi sûçên nekirî tawanbar dike.
Kenanî her wiha got: Ev îdiayên bêbingeh bi armanc û mebestên siyasî têne kirin û di rastî de eva hewildaneke ji bo xwe revandina ji bin berpirsatiya sûçên kirî ye, ji xwe ew bi vê yekê atmosfereke piropagendeyê ji xwe re dirust dikin û bi vê awayî xwe ji bersivdayîna bo berpirsiyariya derheq gelek tawanên terorîstî ku rasterast destê dewleta Amerîkayê tê de ye dûr têxe. Tawanên wek terorkirina tirsonekî ya General Şehîd Silêmanî û piştgiriya Amerîkayê ji tawanên terorîstî yên wek tawanên Rêjîma Siyonîst û komên terorîstî yên wek DAIŞê.
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê destnîşan kir: Vehonandina van efsaneyên eşkera û bêbingeh di sîstema dadwerî û propaganda ya Amerîkayê de dibe prosedureke dubarekirî û vê carê jî ji çêkirina senaryoyên girêdayî hêmanên siyasî yên îflaskirî û bêqîmet wek Bolton bo pêşdebirina vê pêvajoyê sûd hatiye wergirtin.
Kenanî her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê bi tundî hişyariyê dide her cure kiryara li dijî hemwelatiyên Îranê bi hinceta van tohmetên pûç û pêkenok û tekez dike ku mafê xwe digre ku di çarçova yasayên navdewletî de ji bo berevanîkirin ji mafên hikûmet û hemwelatiyên Komara Îslamî ya Îranê her karekî bike.