Tebax 11, 2022 10:23 Asia/Tehran
  • Şêwirîna wezîrên karên derve yên Îran û Umanê derbarê gotûbêjên Viyenê de

Husên Emîr-Ebdullahiyan, wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê û Bedir El-Bûseîdî, wezîrê karên derve yê Umanê, bi telefonê li bara mijarên navçeyî û navneteweyî yên balkêş ji her du aliyan re û dawîn pêşhatên muzakirên Viyenê gotûbêj kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Emîr-Ebdullahiyan di vê hevpeyvînê de silavên serokomarê Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî pêşkêşî Sultanê Umanê Heysem Bin Tariq kir û sipasiya Umanê kir ji ber nêrîn û hewlên wê derbarê gotûbêjên rakirina dorpêçên li dijî Îranê.

Herwiha di vê hevpeyvînê de her du aliyan li ser geşedanên dawî yên hevdîtinên Viyanayê gotûbêj kirin.

Emîr-Ebdullahiyan herwisa destdirêjiya vê dawiyê ya Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê şermezar kir û bal kişand ser şêwirên berfireh ên xwe bi aliyên curbicur ên navçeyî û cîhanî.

Di vê pêwendiya telefonî de wezîrê karên derve yê Umanê jî bal kişand ser rola avaker a Îranê li gotûbêjên rakirina dorpêçan û ragihand: Uman di wê baweriyê de ye ku serkeftina gotûbêjan di berjewendiya hemû aliyan de ye.

Bedir el-Bûseîdî der barê mafên gelê Filistînê de jî destnîşan kir: Uman hertim ji bo bidestxistina maf û daxwazên gelê Filistînê piştgirî daye û dê li kêleka wan be.

Di vê pêwendiya telefonî de, her du aliyan behsa çend mijarên dualî jî kirin.

Serepeyv