Tebax 10, 2022 15:39 Asia/Tehran
  • Kenanî Çafî: “Xeyam” peleke din a zêrîn di dîroka şanaziyên zanistî yên Îranê de ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê avêtina satlayta Xeyam bo fezayê peleke din a zêrîn a dîroka rûmetên zanistî yên Îrana Îslamî bi nav kir.

Setlayta Xeyam a Îranê roja sêşemiyê ji aliyê satlaytbera Soyuz ve ji îstasyona fezayê ya Baikonur a Qezaqistanê ber bi fezayê ve hat şandin û bi hevkariyeka bi Rûsiyê re li dora erdê hat bicihkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî Çefî, derbarê şandina satlayta Xeyam bi heştagê "Îrana bi hêz" li ser Twitterê nivîsî: şandina satlayta Xeyam bo fezayê, destkefta herî nû ya esmanî ya zanyarên îranî ji bo armancên aştiyane ye û eva jî peleke din a zêrîn di dîroka rûmetên zanistî yên Îrana Îslamî de ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha got: Rêya geş a pêşketina zanistî û teknolojiyê ya Komara Îslamî ya Îranê tevî dorpêç û zextên herî zêde yên dijminan dewam dike.

Serepeyv